Li dijî tecrîda girankirî ya li ser rêber Ocalan çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a li Strasbourga Fransa di roja 43′ an de ye.
Her wiha çalakî bi beşdarbûnên nû berfireh dibe.
Ciwanên şoreşger ên Swîsreyî serdana çalakgerên li Strasbourgê kirin û gotin;
Dê hemû ciwan bi rengekî erênî nêzî doza gelê Kurd bibin û ji bo çalakiyên gerevên birçîbûnê çalakiyên xwe bidomînin.
Li aliyekî din çalakiya Îmam Şîş li Galler a Birîtaniya ku 17’ê Kanûna 2018’an dest pê kiribû, îro derbasî roja 43’an dibe.
Çalakiya Mustefa Tuzak – Mele yê li bajarê Dûîsboûrg ê Almanyayê di roja 15’an de didome.
Li bajarê Nurnberg ê Almanyayê jî Kurdistaniyê bi navê Şiyar Xelîl bi daxuyaniyeke çapemeniyê dest bi gereva birçîbûnê ya bê dawî û bê dorveger kir.
Xelîl anî ziman ku:
Tecrîdê nayê qebûlkirin dê têkoşîna me bidome.