30 pêketiyên nû li gel 5 rewşên mirinê hatin tomarkirin

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûrî ragihand ku 30 rewşên nû yên vîrûsa coronayê û 5 rewşên mirinê hatin tomarakirin..

Hevserokê Desteya Tenduristiyê Dr. Ciwan Mistefa diyar kir ku 30 rewşên vîrûsê li gel 21 zilam û 9 jinan derketiye.

Ew jî;

12 li Qamişlo,

9 li Hesekê,

4 li Tirbespiyê,

4 li Dêra Zorê,

2 li Dêrikê,

yek li Rimêlan,

û yek jî li Til Temirê.

Li gorî Dr. Ciwan, ji 5 kesên bi coronayê mirine jî, 2 li Qamişlo, yek li Şehba, yek Dirêbêsî û yê din jî li Hesekê ye.

Li kêleka van rewşan, 7 kesên din ji vîrûsê rehet bûne.

Bi van daneyên nû re, jimara pêketiyan derket 508’an, 87 ji wan baş bûne û 33’an jî jiyana xwe ji dest daye..

Back to top button