LI GUNDEWARÊN HELEBÊ ŞER DERKET

Li dewrûbera gundewarên Heleb, Hema û Idlibê şer û topbaran pêk hat.

Her wiha hêzên rejîma Sûrî herêmên çeteyên mertla Firatê yên di bin dagirkeriya dewleta Tirk jî da ber topan.

Li Sûriyê hemwextî liv û tevgera siyasî, şerê li ser erdê jî didome.

Li gundewarên bakurê Helebê, dewrûbera Idlibê û gelek herêmên din dengê top û tivingan ranewestiya ye..

Li herêmên Şehbayê di navbera hêzên rejîma Sûriyê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker de şer derket.

Nûçegihanê Ajansa Hawarê ragihand ku şevê din navbera hêzên rejîma Sûriyê û çeteyên artêşa Tirk a dagirker ên li derdora bajarên Mari, Şêx Îsa û Herbil şerê bi çekên giran rû dan.

Di encama şer de yek ji çeteyên Firqet El-Mutesim hat kuştin û 5 jî birîndar bûn.

HÊZÊN REJÎMÊ HERÊMÊN MERTALA FIRATÊ TOPBARAN KIRIN

Li eniyekî din jî şer û topbaran pêk hat..

Hêzên rejîma Sûrî herêmên mertala Firatê yên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de da ber topan.

Li aliyekî din Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan diyar kir ku hêzên rejîmê herêmên gundewarê Babê yên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de topbaran kir.

Her wiha li gelek eniyên heman herêmê şer jî rûda.

Hemwextî wê topbaraneke dijwar li herêmên gundewarên bakurê Hema û Idlibê jî pêk hat.

Zêdetirî 16 top tenê li bajarê Teh a gundewarê başûrê Idlibê ketin.

Li gorî çavkaniyên meydanî ji ber topbaranê 90 ji sedî ji şêniyên bajarok koçber bûn.

Ev yek di wextekê de hat ku hefteya derbasbûyî yekîneyên leşkerî yên girêdayî Firqeya 9’an û hêzên Suheyl Hesen a bi navê Numir şûn firqeya 4’an ku girêdayî Îranê ye hatin bicihkirin.

Li gorî çavdêriyê di 19 hefteyan de ji ber şer û topbaranê li gundewarên Idlib û Hemayê 195 kes hatine kuştin.

51 sivîl. 81 ji hêzên rejîmê û 63 çete hatine kuştin.

Leave a Reply

Back to top button