HDP’ê têkildarî şehadeta Ebrû Tîmtîk daxuyaniyek da û banga lezgîn li hikûmetê kir ku tavilê Aytaç Unsal berde.
Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku, Ebrû di encama polîtîkayên mirinê yên desthilata AKP’ê de jiyana xwe ji dest da û teqez kir ku wan bi dehan car ji bo Ebrû û Aytaç hewl daye.
HDP’ê teqez kir ku Ebrû ne ji bo xwe tenê, lê ji bo her kesî, daxwaza edaletê kir.
HDP’ê banga lezgîn li hikumetê kir û got:
“Tavilê Aytaç Unsal berdin, tehemûla me ji bo mirinên nû nemaye. Em ê bi hişmendiya Ebrû ya daxwaza edaletê, têkoşîna xwe bidomînin.”