Dewleta Trik dest bi şandina çeteyan ber bi Azerbaycanê kir

Ji bo berjewndiyên xwe li Azerbaycanê, Îro, Dewleta Trik dest bi veguhastina çeteyên Sûriyê yên li bakurê Sûriyê ber bi Azerbêcanê ve kir.

Çavkaniyan ji ANAH’ê re destnîşan kir ku îro bi dehan çeteyên qaşo ‘Artêşa Nîştimanî’ yên ku li herêmên dagirkirî, bi taybet Efrîn û Ezazê, derbasî Azerbêcanê bûn.

Li gorî çavkaniyan, ji bo tomarkirina navan li bajarê Ezazê û Efrînê nivîsgehên veşartî hatibûn vekirin.

Heman çavkaniyan piştrast kir ku artêşa Tirk a dagirker bi komên çeteyan re peyman ji 3 meh heta 6 mehan beramberî 5 hezar dolar her mehekê, îmze kiriye.

Artîşa Tirk çawa ku 15 hezar çeteyên Sûrî di şerê Lîbyayê de bikar anî, niha jî di şerê li dijî Armînistanê dê bikar bîne.

Ev yek piştî ku ku wezîrê parastinê yê dewleta Tirk Hulusî Akar ragihand ku Tirkiye dê piştgiriya Azebêcanê di şerê wê yê li dijî Ermenistanê de bike.

https://hawarnews.com/kr/haber/veguhastina-ceteyn-sriy-ber-bi-azerbcan-ve-dest-p-kir-h35384.html

Back to top button