Merkel: Parastina mafê Yûnanîstanê erka me ye

Li Rojhilatê Derya Spî aloziya heyî kurtir dibe.
YE jî helwesta xwe ya li ser rewşa heyî eşkere kir.
Almanya ku serokatiya demkî ya YE dike, anî ziman ku weke YE, ewê mafê Yûnanîstanê biparêzin.
Serokwezîra Almanya Angela Merkel ev yek ji weke erka xwe anî ziman.

Alozî û metirsiya rewşa li Derya Spî zêde bûye.

Tengijînên navbera tirkiye û Yûnansîtanê yên li derya Spî aloziyek mezin derxistiye holê.

Ji ber vê yekê jî bi rojane ji bo aramkirina rewşa li herêmê hevdîtin çêdibin û peyam têne dayîn.

Lê tevgera dewleta Tirk ya li Derya Spî rewş aniye li ber şerê navbera dewletan.

Têkildarî rewşa li Derya Spî û mijarên li nava xaknigariya Ewropa Serokwezîra Almanya Angela Merkel di civîna çapemeniyê ku li dar xist de axivî.

Angela Merkel anî ziman ku weke welatên YE ew erka xwe dibînin ku mafên Yûnanîstanê biparêzin û ev tişt anî ziman:

Weke welatên YE emê dostê me Yûnanîstanê biparêzin.

Lê ji bo alozî kurtir nebe ez di nava hewildanan de me.

Ev yek jî dubare axaftina aliyan a bi hevre ye.

Merkel diyar kir ku ew ji bo peywendiya Serokomarê Fransa Emmanuel Macron ya bi Tirkiyê re jî nîqaş dikin û ev tişt anî ziman:

Ev têkilî pir alî ne.

Tirkiye endamê NATO’yê ye.

Hevkirin navbera du welatên endamê NATO yê de ye.

Serokwezîra Alman daxuyakirin ku dibe li ser mijarê bi rêya telefonê peywendiyekê bi serokomarê tirkiyê Erdogan re jî pêk bîne.

Parlemena Yûnanistanê lihevkirina bi Misirê re pejirand

Li derya spî jî tevgera leşkerî zêde bûye.

Parlemena Yûnanistanê, peymana li gel Misirê ya xêzkirina sînorên herêmên aborî li Rojhilatê Deryaya Spî, pejirand.

Di dengdana li parlemenê de, lihevkirina di navbera Yûnanistan û Misirê ya der barê parvekirina çavkaniyên heyî yên herêmên aborî li Deryaya Spî hat pejirandin.

300 endamên parlamenê ev lihevkirin bi 178 dengan erê kir.

Bi vî awayî, herdu welatan li ser karkirin û derxistina petrol û gaza xwezayî ya li Rojhilatê Derya Spî li hev kir.

Ev peyman di demekê de tê ku dewleta Tirk li dijî qanûna navneteweyî, li Deryaya Spî xebatên lêgerîna li gaza xwezayî û petrolê dike.

Back to top button