Şaredariyên gel dest bi pakkirina dibistanan kirin

Weke tedbîrên li dijî belavbûna vîrûsa Coronayê Şaredariyên gel yên herêma Cizîrê dest bi pêngava pakkirina dibistanan kirin.

Dibistanên herêma Cizîrê wê roja yekşemê deriyên xwe ji xwendekaran re vekin.

Şarederiyên gel jî weke tedbîr ji bo pêşîlêgirtina belavbûna vîrûsa Coronayê dest bi pênagva pakkirina dibistan û saziyên perwerdeyê kirin.

Tê payîn ku ev pêngav heta destpêka meha Îlonê bidome.

Li gorî Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê, wê hejmara xwendekaran di her fêrgehekê de were kêmkirin.

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser 1’ê Îlonê wek destpêka dewama sala xwendinê ya nû diyar kir.

Back to top button