Komîteya amadekar ji 150 welatan beşdarên festîvalê çêbûne

Komîteya amadekar a Festîvala Lêlon li Kampa Berxwedan a Şehbayê bi civîneke çapemeniyê xebatên festîvalê bi raya giştî re parve kir.

Ji rêveberên festîvalê Mihyedîn El-Erselan diyar kir ku çend roj din wê perdeya fîlm bê danîn û wiha got:

Ev festîval li ser êşa gelê ku ji ax û werê xwe dûr ketî, niha di rewşa koçberiyê de dijîne.

Festîval koçberî û jiyana gelê Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û rewşa cîhanî ya ji ber vîrûsa Coronayê li xwe digire.

El-Erselan diyar kir ku armanc bêdengiya li ser herêmên ku ji aliyê dewleta tirk ve hatine dagirkirin were rakirin e.

Erselan dazanîn ku ji 150 weLatam nêzî 2 hezar û 200 fîlm beşdarî festîvalê bûne û wan ji wan jî 58 fîlm hilbijartine.

Ev fîlm wê li kapên şehbayê bê nîşandan.

Em hêvîdarin ku bandorekî erênî li ser bêdengiya cîhanê bike.

Hêjayî gotinê ye Festîvala Lêlon festîvalekek fîlîm a navneteweyî ye ku li kampên Efrînî ku li Şehba tê lidarxistin.

Back to top button