Dêra Zorê..Derdora 20 leşker û çete hatin kuştin

Li gundên rojavayê Dêra Zorê di encama şerê di navbera hêzên hikûmeta Şamê û çeteyên DAIŞ’ê ji her du aliyan derdora 20 kes hatin kuştin.
Li gundên başûrê Idlibê jî hêzên hikûmetê çeteyên dewleta Tirk yên li herêmên Cebel Zawiyê topbaran kirin.
Li Derayê jî welatiyan bi çalakiyekê nerazîbûn nîşanî hikûmeta Şamê dan

Çareseriya siyasî ya ji bo aloziya Sûriyê hê jî dûr xuya dike. Ji ber vê yekê şerê kontrolkirina herêman hê jî dewam dike.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku li gundewarê Dêra Zorê yê rojava pevçûnên dijwar di navbera hêzên hikûmeta Şamê û çeteyên DAIŞ’ê de derketin.

Di encama pevçûnan de derdora 20 leşker û çete ji her du aliyan de hatin kuştin.

Hêzên hikûmeta Şamê dîsa çete li Cebel Zawiyê topbaran kirin

Li gundewarê Idlibê yê başûr jî şer di navbera hêzên hikûmetê û çeteyên dewleta Tirk de dewam dike.

Çavdêriya Sûrî ragihand ku hêzên hikûmetê vê sibê careke din çete li gundê Fitêre, Kensefre, Bînîn û Filêfil ên Cebel Zawiyê topbaran kirin.

Hemwextî topbaranê balafirên keşfê li ser asîmanê Idlibê digeriyan.

Her wiha çete li gundewarê Helebê yê rojava jî topbaran kirin.

Ebû Erac: Bi çi awayî be, wê Rûsya û hikumeta Şamê xwe bigihînin rêya M4

Girêdayî şerê Idlibê serokê Buroya siyasî ya Ceyşul-Siwar a Idlibê Ebû Erac got ku hêzên Rûsya û yên hikumeta Şamê bi şer an bêyî şer, wê xwe bigihînin rêya M4.

Ebû Erac anî ziman ku ji destêpêka ragihandina agirbestê û heya niha, agirbest ji hemû aliyên şer ve tê binpêkirin û got:

Meha Îlonê wê rewş zelaltir bibe, ji ber ku lihevkirina Rûsya-Tirkiyê ya têkildarî rêya M4 bi dawî dibe.”

Ebû Erac destnîşan kir ku eger operasyoneke leşkerî li Idlibê pêk bê, wê Tirkiye nikaribe bersivê bide, ji ber ku odeyeke operasyonan a hevbeş a Tirk-Rûs heye.

Şêniyên bajêr ji ber binpêkirina ewlehiyê û berdana girtiyan çalakî kirin

Parêzgeha Derayê jî, ji dema ku hêzên hikûmeta Şamê kontrol kiriye, tevlihevî lê dewam dike.

Hêzên hikûmeta Şamê heta niha bi dehan kes bin çav kirine.

Her wiha ji ber pevçûnên çekdarî yên di navbera çekdarên feyleqa 5’ê ya bi ser Rûsya û hêzên bi ser Îranê ve aramî û ewlehî nemaye.

Di vê derbarê de Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku bi dehan ji şêniyên bajêr li dijî hêzên hikûmeta Şamê çalakî kirin.

Şêniyan di çalakiyê de daxwaza berdana girtiyan, diyarkirina çarenûsa revandiyan û pêkanîna ewlehiyê kirin.

Back to top button