QSD: 63 ÇETEYÊN DAIŞ’Ê HATIN KUŞTIN

Têkoşîna şervanên QSD’ê ya ji bo dawî anîna li çeteyên DAIŞ’ê li Dêrazorê dewam dike.

Navenda Ragihandina QSD’ê encma şerê dawî eşkere kir.

Li gorî vê, 63 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.

Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê li dijî hebûna çeteyên DAIŞ’ê bi hemû hêza xwe dewam dike.

Navenda Ragihandina QSD’ê encama şerê 24 saetên dawî eşkere kir û ev agahî dan.

Şervanên QSD’ê êrîşek birin ser navendên çeteyan û şerekî dijwa rû da.

Li vir şervan 1 Km pêş ketin û 41 nuqte ava kirin.

Saetên êvarî li eniyeke din, piştî şopandina tevgera çeteyan şervanan êrîş birin ser wan.

Çeteyan bi çekên giran û fuzeyan nuqteyên şervanan topbaran kirin.

Lê belê şervanan berisv da.

Di encamê de gelek çete hatin kuştin û yên di jî reviyan.

Hemwextî vê yekê li eniyek din, komek çete ji tunelan derketin û hewl da bi çekên sekvaniyê û yên giran şervanan hedef bigirin.

Komeke din jî xwe di avahiyan de bi cih kirin.

Şervanan çete kirin hedef û di encamê de hemû çete hatin kutşin.

Balafirên Koalîsyonê jî, deverên çeteyan bomebaran kir.

Her wiha şervanan yekser dest bi paqijkirina herêmê ji bermahiyên çeteyan kirin.

Dîsa li vî baskî, çeteyan bi çekên giran û balafirên keşfê ku fuzeyan davêjin, êrîş kirin.

Şervanan bersiv da û balafirên wan anîn xwarê.

Heta amadekirin vê bîlançoyê jî, şer li hemû eniyan rû dida.

Navenda Ragihandina QSD’ê li ser encama şerê li hemû eniyan eşkere kir ku, 63 çete hatin kuştin.

Koalîsyonê 67 êrîşên hewayî pêk anîn.

61 baregeh,

2 cihên hawanan, cihekî sekvaniyê û cihekî balafirên keşfê hatin rûxandin.

5 rêyên leşkerî li çeteyan hatin girtin.

Navenda Ragihandina QSD’ê ragihand ku, di van şeran de 7 şervanên wan birîndar bûne û 5 şervanan jî heta dawiyê şer kirin û şehîd bûn.

Navendê di bîlançoya doh de jî ragihand ku, 82 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.

Leave a Reply

Back to top button