Şêniyên Dêrazorê derxistina hêzên hikûmeta Şamê Îran û Rûsya ji rojhilatê Firatê kir

Bi sedan ji şêniyên Dêrazorê bi diruşmeya “”Na ji fitneyê re..milîsên Îranê ji rojhilatê Firatê derxînin” meşek li dar xist.

Meş ji herêma Ezba ya gundewarê bakurê Dêrazorê dest pê kir û ber bi çerxerêya kargehan a gundewarê rojava dewam kir.

Di meşê de pankartên wekî “Îran û Rûsya ji xak û malên me derxînin”, “Şêxên eşîrên me yên ku daxwaze hilweşandina hikûmeta Şamê nekin nûnertiya me nakin” û “Ji mezhebperestiyê re na” hatin rakirin.

Her wiha bang li Koalîsyona Navneteweyî û Hêzên Sûriyeya Demokratîk hate kirin ku “Milîsên Îranê” ji rojhilatê Firatê derxînin.

Ev demeke li gundewarên Dêrazorê xwepêşandan ji bo derxistina “Milîsên Îran, hêzên rejîma Sûriyê û hêzên Rûsyayê” ji Dêrazor û rojhilatê Firatê tên lidarxistin.

Xwepêşanderan diyar kirin ku ew ê her în di nava çalakiyan de bin heta daxwazên wan bi cih werin.

Back to top button