Li herêmên hikumeta Şamê 59 kesên din bi Corona ketin

Li herêmên Hikûmeta Şamê jî 59 kesên din bi vîrûsê ketin û 3 kesan jî jiyana xwe ji dest da.

Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Şamê bi daxuyaniyekê ragihand ku di 24 saetên dawî de, 59 kesên bi nexweşiya coronayê ketine û 3 kesên din jî jiyana xwe ji dest daye.

Her wiha Wezaretê eşkere kir ku 15 kesên din jî baş bûne..

Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê, heya niha jimara nexweşên Corona li seranserî herêmên hikûmeta Şamê gihaşt 2 hezar û 563 kesî, ji wan 584 başbûne û 103 kes jî mirine.

Back to top button