LI SER SÎNORÊ MINBICÊ DIDOME

Li aliyê din dewriyeyên polîsên leşkerî yên Rûsyayê bi hevkariya hêzên Meclisa Leşkerî ya Babê gera xwe ya rojane dewam dikin.

Ev yek bi armanca çavdêriya eniya rojhilatê bajarê Babê yê girêdayî parêzgeha Helebê ye.

Fermandarê giştî yê Meclisa Leşkerî ya Babê Cemal Ebo Cuma li ser armanca dewriyan axivî.

Di navbera me û Rûsya de dewriyên hevkariyê heye , dewriyeyên me ji bêhtirî meh û nîvekê ve dewam dikin.

Dewriyên me di gera xwe li bajarok û gundên bajarokê Erîma yê rojhilatê bajarê Babê de û li Til Torîn, Ceb Mexûm, Qird kebîr û Qird Sexîr, Yalanî, Kawkelî, Boxaz û Ceblê El-Hemrê dewam dikin.

Li aliyê bakurê bajarê Minbicê yê Sûriyê dewriyeyên Koalîsyona Navdewletî bi serkêşiya Amerîkayê li dijî DAIŞ`ê gera xwe li aliyê bakurê bajêr dewam dikin.

Rojane derdikevin qayîdên xwe yên leşkerî li rojava û bakurê bajêr, li gundên xeta Sacûr digerin û li nava bajêr jî gera xwe dewam dikin.

Leave a Reply

Back to top button