Îmaratê nameyek ji Konseya Ewlekariyê re şand

Îmaratê ragihand, ku dewleta Tirk tevlihevî û parçekirinê di nav gelan de diçîne û li seranserê cîhanê piştgirî dide terorê.

Îmarata duh derbarên kiryarên dewleta Tirk re ji Konseya Ewlekariyê re nameyek şand.

Îmaratê di nameya xwe de diyar kir ku dewleta Tirk bi rêya belavkirina derewan li ser dewletên ku li dijî kirinên wê yên nerewa disekinin, dixwaze kirinên xwe yên tirsnak li herêmê binixumîne.

Ev nameya Îmaratê, wek bersiva nameya ku dewleta Tirk di 17’ê mehê de ji Konseya Ewlekariyê re derbarê îmaratê şandibû hat dayîn.

Îmaratê, hemû tawanên dewleta Tirk derewandin û teqez kir ku ew wek dewleteka Erebî, her dem ji bo pêkanîna aştî û aramiyê li gorî qanûnên navdewletî û peymanên NY û biryarên Konseya Ewlekariyê, kar dikin.

Îmaratê di nameya xwe de teqez kir ku divê dewleta Tirk kirinên xwe yên nerewa, ku gefê li aramiya tevahiya herêmê dixwin, rawestîne.

Back to top button