Şêniyên Reqayê: Divê dosyayaên binpêkirinên Tirkiyê derbasî qada navnetewî bibin

Dewleta Tirk a dagirker bi qutkirina ava Elok ve sûcên şer pêktîne .

Şêniyên bajarê Reqayê jî li dijî polîtîkayên tîkirina şêniyên Hesekê bertek nîşandan.

Şêniyên Reqayê bang li hiqûqnasên li Rojhilata Navîn kirin ku dosyaya sûcên şer ên Tirkiyê yên li ser xaka Sûriyê derbasî qada hiqûqî ya navdewletî bikin.

Em wek gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewleta Tirk qet qebûl nakin û kirinên wî li herêmên me bi tundî şermezar dikin.

Dewleta Tirk a dagirker qutkirina avê weke çekekî li dijî gelên herêmê pêk tîne.

Destpêkê ava Firatê kêm kir niha jî ava stasyona Elok li ser şêniyan qut dike.

Ji bo vê yekê em helwesta Hikumeta Şamê û bêdengiya wê rexne dikin.

Dewleta tirk a dagirker sûcên herî mezin li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, yek jê jî qutkirina avê li ser şêniyên Hesekê ye û nêzî miltonek şênî tî man.

Em bang li Rêxistnên navdewletî û mirovî dikin ku bê deng nemînin û binpêkirinên Tirkiyê li herêmên me rawestînin.

Back to top button