YPG: HÊZÊN ME BI BIRYARDARÎ BÛN PÊŞENGÊN BERXWEDANA DÎROKÎ

Fermandiya giştî ya YPG’ê salvegera serkeftina berxwedana Kobanê pîroz kir:

YPG’ê diyar kir ku berxwedana Kobanê nîşanî cîhanê da ku şervanên wan dikarin serkeftinên mezin li dijî rêxistina terorîst bidest bixin.

Fermandariya YPG’ê dest nîşan kir ku ew bi biryar in terora ku li serê mirovahiyê bûye bela, bi temamî ji holê rakin.

Fermandariya Giştî ya YPG’ê bi daxuyaniyekê salvegera serkefina berxwedana Kobanê pîroz kir.

Di daxuyaniya Fermandariya YPG’ê de weha tê gotin:

Hêzên Cîhanî û xwedî artêş sala 2014’an nekarin li pêşiya terora DAIŞ’ê bibin asteng.

Çeteyên DAIŞ’ê jî gav bi gav li herêmê belav bûn.

Li dijî vê hovîtiya mezin, şervanên YPG’ê û YPJ’ê şerê têkbirina DAIŞ’ê li Kobanê destpêkirin.

Hêzên me bi lehengî û biryardarî bûn pêşengên berxwedaneke dîrokî.

Bêguman yek ji hîmên sereke ên serkeftina berxwedanê, piştgiriya gelê me bû.

Berxwedana Kobanê nîşanî cîhanê da ku şervanên me dikarin serkeftinên mezin li dijî rêxistina terorîst bidest bixin.

YPG: BERXWEDANÊ RÊ LI BER ZINDÎKIRINA RIHÊ YEKÎTIYA GELÊ KURD VEKIR

Kobanê bi qasî ku bû sembola berxwedanê, rê li ber zindîkirina rihê yekîtiya gelê Kurd a neteweyî jî vekir.

Ji çar aliyên Kurdistanê, ciwanên Kurd wekî lehiyê berê xwe dan Kobanê.

Vê berxwedana dîrokî, hiştî ku awirên cîhanê jî bizîvirin ser Kobanê.

Eger Koalîsyona Navdewletî di şerê li dijî DAIŞ’ê de çalak bû, ev yek bi saya berxwedana Kobanê ye.

YPG: BERXWEDANA KOBANÊ ÇAVKANIYA CÎHANÊ YA HÊVIYA XELASIYA JI TERORÊ

Îradeya serkeftinê ya şervanên me, bû çavkaniya cîhanê ya hêviya xelasiya ji terorê.

Çirûska ku sala 2014’an li Kobanê bilind bû, îro bi berxwedana şervanên me a li herêma Rojhilatê Dêrazorê geştir dibe. Êdî dem hatiye ku dawî li tarîtiya DAIŞ’ê were anîn. Bi navê Fermandariya Giştî ya YPG û YPJ’ê, hemû şehîdên xwe bi bîr tînin û vê serkeftina mezin li gelên herêmê û mirovahiyê pîroz dikin.

Soza me ye, berdêl çi dibe bila bibe, emê gelên xwe li hemberî her cûreyên êrîşan biparêzin.

Leave a Reply

Back to top button