Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, ciwanekî kurd ji gundê Me’imila yê Efrînê revand.
Malpera Afrîn Post ragihand ku çeteyên Tirkiyê, ciwanê kurd ê bi navê Azad Ehmed Hebeş ê 20 salî ji gundê Me’imila ya navçeya Mabatayê revand.
Çeteyan bi tewanên nerast, Azad ber bi cihekî nediyar ve birin û heta niha jî çarenûsa wî nayê zanîn.
Li gundê Dîkê jî piştî ku çeteyan fidiyê ji malbata şêniyê bi navê Egîd Hemo û Mûnzûr Hebeş stand, ew berdan.
Her wiha li gundê Axcelê yê Cindirêsê jî çeteyan li beramberî 5 hezar dolar şêniyê bi navê Xelîl Ibrahîm Necar berda.
Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûrî jî tenê di vê mehê de, revandina 82 kesan ji dagirkeriya Tirk ve belge kir.