Fermandar û çekdarekî Heş El-Şeibî li Xaneqînê hatin kuştin

Li navçeya Xaneqîn a parêzgeha Diyalayê, fermandarekî Heşda Şeibî û çekdarekî wê, di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê de hatin kuştin.

Li gorî agahiyan, şeva borî hêzên artêşa Iraqî û çekdarên Heşda Şeibî xwest ku li gundê Şîrik ê Xaneqînê kemînekê ji çeteyan re biavêjin, lê çeteyan berî wan êrîş kir.

Di encamê de, fermandarê topxaneyên Heşda Şeibî Amir Ehmedî Ensarî û çekdarekî din hatin kuştin û 4 leşker jî birîndar bûn.

Her wiha tê gotin ku fermandarê Tabûra Mixawirîn a artêşa Iraqê û leşkerekî din jî di heman êrîşê de birîndar bûne.

Pentagon: Kêmkirina jimara leşkerên Amerîkî yên li Iraqê dest pê kiriye

Li aliyekî din, Wezareta Parastinê ya Amerîkî “Pentagonê” ragihand, ku kêmkirina jimara leşkerên Amerîkî yên li Iraqê, dest pê kiriye.

Pentagonê jimara leşkerên ku bimînin, diyar nekiriye, lê hin raporên Amerîkî teqez dikin ku tenê 3500 leşker wê bimînin.

Back to top button