HIKÛMETA HERÊMA KURDISTANÊ SÛCÊN DEWLETA TIRK DIVEŞÊRE

Bertek û nerazîbûnên li dijî êrîşa dewleta tirk a dagirker li Şêladizê zêde dibin.

Endanê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê Dr. Kamîran Berwarî diyar kir ku hikûmeta herêma başurê Kurdistanê sûcên dewleta Tirk vedişêrê.

Her wiha Endamê Parlamentoya Iraqê Dr Mîran Mihemed got ku divê Hikumeta Iraqê li dijî bombebarana dewleta Tirk xwedî helwest be.

Endamê Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) û Hevserokê Eniya Demokratîk a Gel Dr. Kamîran Berwarî derbarê êrîşên dagirkeriya Tirk li ser başurê Kurdistanê ji ajansa Rojnewsê re axivî.

Kamîran Berwarî eşkere kir ku hikûmeta Herêma Kurdistanê sûcên dewleta Tirk vedişêrê û got:

Hebûna leşkerên Tirk binpêkirina serweriya xaka Herêma Kurdistanê ye.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê nahêle leşkerên Tirk werin derxistin.

Kamîran Berwarê destnîşan kir ku destê ti partiyan li pişt bûyera Şeladizê nîne û wiha domand:

Hebûna leşker û baregehên Tirkiyê li nav xaka Başûrê Kurdistanê jiyan li gelê herême kiriye dojeh.

Ji ber firokeyên keşfê xelk êdî nikarin ji malên xwe derkevin.

Endamê Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) Dr. Kamîran Berwarî di dawiya axavtina xwe de got:

“Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne li gorî prensîbên navnetewî tevdigere û ne guh dide biryarên Parlamentoya Herêma Kurdistan û gelê xwe, Ev jî bûye sedem ku hemu rêxistin û partiyên fermî û ne fermî vê daxuyaniya hikûmeta Herêma Kurdistanê şermezar bikin.”

ENDAMÊ PARLAMENTOYA IRAQÊ DR MÎRAN MIHEMED:
DIVÊ IRAQ LI DIJÎ ÊRÎŞAN XWEDÎ HELWEST BE

Têkildarî heman mijarê Endamê Parlamentoya Iraqê Dr Mîran Mihemed jî axivî.

Mîran Mihemed diyar kir ku divê Hikumeta Iraqê xwedî helwest be û got:

“Ji ber ku erkê parastina sînoran di stûyê Iraqê de ye. Beşek ji parastina sînor jî erkê Herêma Kurdistanê ye. Ev mijar tenê bi gotin û nivîskî nayê çareser kirin. ji ber ku bi salane ev pirsgirêk berdewam dike”.

Leave a Reply

Back to top button