Ebrû Tîmtîk bi cilê wê yê parêzeriyê hate veşartin

Parêzer Ebrû Tîmtîk, kû ev nêzî 3 salin di girtîgeha Tirkiyê de bû, li dijî zext û polîtîkayên desthilata faşîst a AKP’ê dest bi çalakiya rojiya mirinê kiribû û di roja 238’an a rojiyê de jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê parêzer Ebrû di bin zext û êrîşên polîsên dewleta Tirk de bi cilê parêzeriyê ji aliyê xizim û hevalên wê ve hat veşartin.

Parêzera Buroya Hiqûqê ya Gel Ebrû Tîmtîk ya 42’salî li girtîgehê di nava şertên zehmet de dijiya.

Ji bo darezandineke bi adil Ebrû di roja 238’an a rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da.

Ebrû ji aliyê malbat, parlementer, heval û heskiriyên xwe ve bi cilê parêzeriyê hate veşartin.

Cenazeyê Ebrû ji Saziya Tiba Edlî ji aliyê polîsan ve du caran hate revandin û birin Mala Cemê ya Gazî.

Polîsên ku Mala Cemê û derdorî wê dorpêç kirin, vîrûsa korona kir hincet û rê neda ku xizm û gel tevlî merasîma cenazeyê Ebrû bibin.

Tevî van pêkanînan gel bi dirûşman ber bi mala cemê meşiyan, Rojnamevan bi şertê ku wênekêş û kamereyên xwe negirin rê hate dayîn tevlî merasîmê bibin.

Parlementerên HDP’ê, partiyên siyasî û rêxistinên girseyî yên demokratîk jî di merasimê de amade bûn.

Di merasîma Ebrû de soza mezinkirina têkoşînê hate dayîn

Cenazeyê Ebrû bi cilê parêzeriyê ji aliyê jinan ve hate hilgirtin û birin qada merasîmê.

Di merasîmê de parêzeran soza mezinkirina têkoşîna Ebrû dan û gotin ku wê xeyalên avakirina wê bicih bînin.

Piştre jinan cenazeyê Ebrû hilda ser milan û xistin wesayîta cenaze.

Polîsan êrîş bir ser girseya kir, li gelek parêzeran xistin û bi wesayîtên zirxî gaz li gel reşandin.

Gel tevî hemû êrîşan ber bi goristana Gaziyê meşiyan, cenzeyê Ebrû Tîmtîk bi cilê parêzeriyê li kêleka gora dayika xwe hate veşartin.

Gel ji goristanê bi meşê ber bi taxê ketin rê polîsan cardin êrîşî wan kir û Muwekîla Ebrû Tîmtîk Eser Çelîk jî di nav de 6 kes destgîr kirin.

Back to top button