Neteweyên Yekbûyî banga pêkanîna hikûmeteke nû kir

Şandeya Neteweyên Yekbûyî li Lîbyayê derbarê xwepêşandanên li dijî hikûmeta Wîfaqê ya Ixwanî de daxuyanek da.
Şandeyê banga pêkanîna hikûmetekê ku nûnertiya tevahî gelê Lîbya dike, kir.
Şandeyê da zanîn ku hikûmeta wîfaqê li dijî xwepêşanderan tundiyê bi kar tîne û mafên mirovan tên bipêkirin.

Rewşa Lîbyayê hem di aliyê leşkerî de û hem jî ji aliyê siyasî ve aloz bûye.

Li vê dawiyê rewş li dijî Hikûmeta Wîfaqê û Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wan zivirî.

Ev hefteyek e li dijî hikûmeta Wîfaqê xwepêşandan li dar dikevin.

Xwepêşander banga hilweşandina hikûmeta Fayêz Seraj û derketina dewleta Tirk û çeteyên wê ji Lîbya dikin.

Li hemberî xwepêşanderan çekdarên hikûmeta Wîfaqê tundiyê bi kar tînin.

Heta niha bi dehan xwepêşander û çalakvan hatine binçavkirin.

Girêdayî xwepêşandanên li dijî hikûmeta Wîfaqê, şandeya Neteweyên Yekbûyî li Lîbya daxuyaniyek da.

Şandeyê di daxuyaniyê de diyar kir ku li Lîbayê bûyerên nû rû didin.

Şandeyê banga pêkanîna hikemteke nû ku nûnertiya tevahî gelê Lîbyayê bike, kir û wiha dewam kir;

Mafên Mirovan li Lîbya tên bipêkirin.

Çekdarên hikûmeta Wîfaqê bi darê zorê xwepêşandanan ji hev dikin.

Wezîrê hindirîn ê Wîfaqê ji kar hat dûrxistin

Li aliyê din di nava hikûmeta Wîfaqê bi xwe de, nerazîbûn li dijî Feyêz Seraj derdikevin.

Li gorî çavkaniyan, wezîrê karên hindirîn ê hikumeta Wîfaqê Fethî Paşaxa, plan dikir ku darbeyeke leşkerî li dijî Fayiz Serac pêk bîne.

Ji ber vê yekê, hikumeta Wîfaqê ew ji kar dûr xist û biryara lêpirsîna wî da.

Piştî vê yekê, çeteyên Misratayê hêzên xwe komî ser hev kirin û rewşa awarte ragihand.

Back to top button