Hiqûqnasên herêmên bakur û rojhilatê Sûrî diyar kirin ku Ebrû Tîmtîk şehîd bû, lê belê ew bi ruh û armancên xwe dijî.
Doh parêzer Ebrû Tîmtîk piştî 238 rojan ya rojiya mirinê li Stenbola Tirkiyhê şehîd bû.
Saziyên hiqûqî yên Bakur û Rojhilatê Sûrî daxuyaniyek da.
Daxuyanî li pêş avahiya Meclisa Edaleta Civakî ya bajarê Qamişlo hat dayîn.
Hiqûqnasan sûcên Tirkiyê li dijî hiqûqnasan şermezar kir û anî ziman ku divê Dadgeha Sûcên Navnetewî Lahey lêpirsînê dest pê bike.
Hiqûqnasan anî ziman ku parêzer Ebrû Tîmtîk şehîd bû, lê belê ew bi ruh û armancên xwe dijî.
Hiqûqnasan soz dan ku ew ê piştgiriya parêzerên di girîgehên dewleta Tirk de bikin.