Tûra sêyemîn a civînên Komîteya Destûrî ku li Cinêvê 3 rojan dewam kir, bê encam bi dawî bû.
Dezgehên ragihandinê yên Rûsyayê eşkere kir ku “ne pêşveçûn di civînê de çêbûne û ne jî dema tora çarem hatiye eşkerekirin”
Piştî taloqkirina di bin navê Vîrûsa Coronayê de, careke din û tevî dewamkirina hevdîtinan jî, civîn bê encam bi dawî dibe..
Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyê Geir Pedersen got beşadar gihan hin nuqteyên hevbeş û dibe civînên din bên lidarxistin.
Bi gotineke din, ev sê hevdîtin ji bo destûra binegehîn a Sûriyê tên lidarxistin lê belê, gaveke ber bi çav nayê avêtin.
Di dema lidarketina civînê de, jî MSD’ê ragihandibû ku “ew beşdar nebûne, lewma wê civîn bê encam be û ji ti aliyan ve nûnertiya wan nake”