ÇETE, ŞÊNIYEKÎ ÊŞKENCE DIKIN Û ÇETENE DIN BI VÊ YEKÊ TAWANBAR DIKIN

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker binpêkirinên xwe yên hovane li dijî sivîlan li Efrînê berdewam dikin.

Li aliyekî din jî çete ji bilî bacê, êdî mîna çanda çeteyên DAIŞê zekatê jî li ser şêniyên Efrînî ferz dikin.

Malpera AFRINPOST ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên bi navê Feyleq el-Şam şêniyê bi navê Dr.Ednan Kurdî ji gundê Bilîlka revandin û li navenda xwe ew êşkence kirin.

Çeteyan di rêya vîyoyekê re zextê li Ednan dikin ku bibêje ne wan, lê belê çeteyên Feyleq el-Mecid ew êşkence kiriye.

Çeteyan pere jê stand û paşê ew berdan.

Li gorî agahiyan, Ednan gelek caran ji aliyê çeteyan ve hatiye revandin.

ÇETE ZAKATÊ LI ŞÊNIYÊN EFRÎNÊ FERZ DIKIN

Heman çavkaniyê ragihand ku çeteyên Siltan Silêman şah li navçeya Şiyê daxuyaniyeke giştî belav kiriye.

Li gorî daxuyaniyê, ew ê zekatê li xelkê navçeyê ferz bikin.

Bi kêmanî her çotkarek wê tenekeyeke zeyta zeytûnan bide.

Her wiha wê zekat li gorî berhemdayîna mûsimê zeytûnan were standin.

Leave a Reply

Back to top button