Duh Kremlînê careke din dewleta Tirk hişyar kir û diyar kir ku peymanên têkilarî Idlibê pêk nehatine..
Hem Rûsya û hem jî Emerîka şantajê li Tirkiyê dikin.. Carekê qamçî û carekê şekir.
Rojnameyên Erebî li ser mijarê gelek dosyayên balkêş belav kiribûn.. Em bi hev re lê temaşe bikin.
Kartên dewleta Tirk li Sûriyê xilas bûne û wext hatiye ku ji vî welatî bar bike.
Di dîroka komara Tirkiyê de yê herî zêde dewlet û siyaseta wê xist bazarê, Serokê AKP’ê Erdogan e.
Populzîma Erdogan a hundirîn jî gelekî bi kêrî sîstema heyî tê.
Niha Hem Rûsya û hem jî Emerîka şantajî li Tirkiyê dikin.. Carekê qamçî û carekê şekir.
Duh Kremlînê daxuyanî da û diyar kir ku peymana Idlibê ya bi dewleta Tirk re bi temamî pêk nehatiye.
Berdevkê Kremlînê Dimitry Piskov ji Kanala yekemîn a Rûsyayê re axivî û wiha got:
Pêknehatina peymanên Idlibê, li gel Moskowayê û rejîma Sûrî fikaran çêdike.
Ev daxuyanî piştî binketina hevîdtina Serokê Rûsya Vladimir Putîn û Erdogan pêk hatin.
Îro rojnameyên Erebî têkildarî mijarê manşêtên balkêş belav kiribûn.
Rojnameya El-Ereb bi manşêta IDLIB KARTEKE RÛSYA YA BI BANDOR LI DIJÎ TIRKIYÊ YE dosyayek belav kir.
Idlib karteke zextê ya Rûsya li dijî Tirkiyê ye.
Tirkiye bi-erêkirina ku serweriya Heyet Tehrîr Şam ango Nusrayê li Idlibê xeletiyeke mezin kir.
Li gorî Rûsya êdî dem hatiye ku ji bo Idlib zext li Tirkiyê bê kirin.
KREMLÎN: PEYMANÊN IDLIBÊ YÊN BI TIRKIYÊ RE BI TEMAMÎ PÊK NEHATIN
Bi vê manşêtê Rojnameya El-Heyet mijara daxuyaniya Kremlînê girt dest.
Hemwextî êrîşa bi balafirên dron ên li dijî baregeha Himêmîm a Rûsyayê, Kremlînê ragihand ku peymanên Rûsya-Tirkiye yên li ser Idlibê bi temamî pêk nehatine.
Çavkaniyên opozisyonê jî diyar kirin ku kombûna leşkerî ya rejîma Sûrî, Îran û Rûsyayê li derdora Idlibê, sînyalên operasyoneke leşkerî ya nêz e.
Gelek çavdêr diyar dikin ku siyasetên dewleta Tirk ên li Sûriyê têk çûne û êdî pirsgirêka Sûriyê ber bi çareseriya siyasî ya hundirîn ve diçe.