El-Idlibî: Helwestên navneteweyî bi nakok û ji hev cûda ne

Fermandarê Lîwa El-Şemal El-Demoqratî Ebû Omer El-Idlibî destnîşan kir ku Rageşî û pêşketinên li Idlibê ji bo mijûlkirinê û derxistina şerekî mezin li herêmê ye.
El-Idlibî teqez kir ku ji bo çareserkirina aloziyê divê dewleta Tirk ji herêmê derkeve û şêniyên resen vegerin warên xwe..

Idlib bûye qadeke gerim a şer, hikumeta Şamê û Rûsya hêza xwe ya leşkerî li wir xurt dikin.

Hemwextî wê artêşa Tirk a dagirker karwanên leşkerî derbasî xaka Sûriyê dike ku heta niha zêdetirî 9 hezar karwan derbas kirine.

Her wiha behsa operasyoneke leşkerî ya nêz a hikumeta Şamê li herêmên başûrê Idlibê, tê kirin.

Girêdayî mijarê, fermandarê Lîwa’ El-Şemal El-Demoqratî Ebû Omer El-Idlibî axivî û wiha got:

“Bi rastî, sewqiyatên mezin ên gelek aliyên şer li Idlibê hene.

Hemwextî wê hêzên dijber ên hundir û derve bi hev re dicivin.

Lê helwestên Navneteweyî bi nakok û ji hev cûda ne û ew hewl didin berjewendiyên xwe misoger bikin.”

El-Idlibî: Tirkiye dixwaze dagirkeriya xwe misoger bike

Ebû Omer El-Idlibî da xuyakirin ku Tirkiye jî dixwaze berjewendiyên xwe yên stratejîk misoger bike û got:

“Tirkiyê dixwaze bi rêya destwerdana li Sûrî û Lîbyayê berjewendiyên xwe yên stratejîk ên girêdayî gaz û petrolê misoger bike.

Her wiha bi rêya vekirina rêyên firotinê ku di erdnîgariya Sûriyê re derbas dibin, dixwaze abora xwe xurt bike.

El-Idlibî: Divê dewleta Tirk ji herêmên dagirkirî derkeve

Fermandarê Lîwa El-Şemal El-Demoqratî destnîşan kir ku ji ber tunebûna projeyeke navnetewî ya rasteqîn ku çareseriya siyasî pêk bîne, Sûriye ber bi rêyeke xetimî ve diçe.

El-Idlibî dibîne ku çareya herî guncew a aloziya Sûriyê, pêşxistina diyalogên Sûrî-Sûrî bêyî dûrxistina aliyekî û bêyî şertên pêşwext e.

Fermandarê Lîwa El-Şemal El-Demoqratî Ebû Omer El-Idlibî banga derxistina dewleta Tirk a dagirker ji herêmê û vegera şêniyên resen li herêmên xwe kir.

Back to top button