Şêxê eşîra El-Bosultan: Armanca sîxurkirina ciwanan derxistina fitneyê ye

Hewildanên derxistina fitneyê li herêmê berdewam dikin û li dijî wê jî bertek zêde dibin. Şêxê eşîra El-Bosultan û berdevkê şêxên eşîrên Minbicê Adil Ebdulselam anî ziman “Tirkiye ciwanên Sûriyê li dijî pêkhateyên herêmê wekî sîxur bi kar tîne.”
Ciwanên Şoreşger ên Kobanê jî destnîşan kirin, dewleta Tirk ji bo ciwanan bike leşker û sîxur zextê li wan dike.

Xebatên dewleta Tirk yên sîxurkirina welatiyên Sûriyê û hewildanên derxistina tevlîheviyê dewam dikin.

Berdevkê şêx û êlên eşîrên Minbicê û şêxê eşîra El-Bosultan Adil Ebdulselam ev kirinên dewleta Tirk ên jihevxistina tevna civakî şermezar kirin û destnîşan kir ku hevgirtina eşîrên Ereb û Rêveberiya Xweser rê li pêşiya bandorkirina ajanên Tirkiyê li herêmê digire.

Şêx Adil EbdilSelam piştrast kir ku eşîrên Ereb ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji van hewildanan ji , baldar in û bang li hemû malbatên koçber û ciwanên ku Tirkiye wekî ajan wan bi kar tîne kir ku vegerin welatê xwe û li dijî kiryarên tevlîhevkirina herêmê bisekinin.

Ciwanên Kobanê: Sîxurkirin şerê taybet ê dewleta Tirk e

Di heman çarçoveyê de Ciwanên Şoreşger ên Kobanê jî bertek nîşan dan û anîn ziman ku “Dewleta Tirk ciwanan bi rêbazên neexlaqî û madî ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne û dike leşker.” Ciwanan destnîşan kir ku gelek malbatên Sûriyê li Tirkiyê hene li pey pariyê nanê xwe ketine, dewleta Tirk ji bo wan bike leşker zextê li wan dike.

Ciwanan, bang li wan kir ku “Vegerin warê xwe, nebin sedema xirabkirina civakê û amûra şer di destê dijminê gelê xwe de.”

Back to top button