Hikumeta Wîfaqê wezîrekî parastinê û serokerkanekî nû erkdar kir

Meclisa Serokatiyê ya hikumeta Wîfaqê ya Ixwanî, Eqîd Selahedîn Nemrûş weke wezîrê parastinê û Lîwa Mihemed El-Hedad jî weke serokerkanê artêşa xwe erkdar kirin.

Li aliyekî din, wezîrê hindirîn ê hikumeta Wîfaqê Fethî Paşaxa ku ji karê xwe hatiye durxistin, ragihand, ku ew ji bo lêpirsînê amade ye, lê bi mercê ku lêpirsîn eşkere be.

Duh hikumeta Wîfaqê ragihandibû ku Paşaxa ji ber daxuyaniyên xwe, dayîna destûran û parastina xwepêşanderan, ji kar hatiye dûrxistin, lê gelek çavkaniyan teqez kir ku wezîrê hindirîn ê Wîfaqê, plana darbeyeke leşkerî li dijî Serac dikir.

Girêdayî heman mijarê, Tevgera 23’ê Tebaxê ya Lîbî, kuştina xwepêşanderkî li Terablusê şermezar kir û bang li meclisa serokatiya Wîfaqê kir ku xwepêşanderên binçavkirî berde.

Back to top button