Rejîma Îranê 2 kolber bi giranî birîndar kirin

Hêzên rêjîma Îranê li sînorê parêzgeha Kirmanşan û Serdeşt ên Rojhilatê Kurdistanê 2 kolber birîndar kirin.

Ajansa Kolber Newsê da xuyakirin ku rejîma Îranê li sînorê herêma Newsudî ya parêzgeha Kirmanşanê gule li komeke kolberan barandin.

Di encamê de, kolberê bi navê Nerîman Subhanî bi giranî birîndar bû.

Li gorî Kolber Newsê, rejîma Îranê li bajarê Serdeştê jî gule li komeke din a kolberan reşandin.

Di encamê de, kolberê bi navê Xidir bi giranî birîndar bû.

Back to top button