MÛRAD KARAYILAN: BERXWEDANA ÇALAKGERÊN GREVA BIRÇÎBÛNÊ RÛMETA HERÎ MEZIN E

by maher enez
200 views

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrad Karayilan berxwedana greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven dewam dike weke rûmeta herî mezin pênase kir.

Karayilan diyar kir têkoşîna li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan meseleya di navbera neteweya Kurd û dewleta Tirk a dagirker de ye.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrad Karayilan, çalakiyên grevên birçîbûnê û êrîşên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê ji Radyoya Dengê Welat re nirxand..

Karayilan bal kişand ser berxwedana ku bi pêşengiya Leyla Guven destpê kiriye û wiha got:

Ji ber ku tecrîdkirina Rêber Apo giraniyeke mezin bû li ser gelê me, pêwîstî bi gavekê li dijî wê hebû. Şoreşgera hêja û leheng a têkoşîna gelê Kurd Leyla Guven bû pêşenga vê gavê. Bêguman têkoşîna li dijî tecrîdê erka her şoreşger, demokrat û welatparêzî ye, lê belê beriya her kesî ya gerîla ye. Teqez gerîla di vê mijarê de bi biryar e û wê erka xwe bicih bîne jî.

Berxwedana çalakgeran gelekî girîng û hêja ye. Di nava şert û mercên herî dijwar de canê xwe danîne holê. Bi bedena xwe li dijî faşîzmê û tecrîdê têdikoşin. Ev helwest a herî hêja û bi rûmet e.

Karayilan ragihand ku dewleta Tirk a li hemberî berxwedana çalakgeran tengav bû, bi rêbaza şerê taybet rê da ku hevdîtina 12’ê Çile li Îmraliyê pêk were û wiha dewam kir:

Çalakgeran biryar da ku berxwedana xwe dewam bikin. Herî dawî dewleta dagirker bi armanca ku dudiliyê li cem têkoşer Leyla Guven peyda bike, biryara berdana wê da. Lê ev siyaseta wan jî pûç ma.

Lewma şoreşger û siyasetmedara hêja Leyla Guven, piştî ku hate berdan careke din biryar da ku çalakiya xwe bidomîne. Leyla Guven bi vê biryarê ders da dost û dijminan. Nasir Yagiz û çalakgerên din jî xwedî heman biryara pîroz in.

Mûrad Karayilan raperîna gelê Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriya Tirk jî weke helwesteke pîroz binav kir û wiha got:

Dewleta Tirk a mêtinger, ne tenê êrîşî gerîla dike. Li herêma Dêrelokê bi zanebûn sivîl şehîd kirin. Artêşa dagirker baş dizanîbû ku ew kes ne çekdar in. Tevî vê yekê 2 saetan bê navbera bi balafiran li wan da. Yên ku di êrişê de şehîd bûn şehîdên doza me ne. Helwesta gelê me yê li Dêrelokê pîroz bû.

Divê baş were zanîn mesele ne şerê di navbera PKK û dewleta Tirk de ye, ev meseleya êrişa dewleta dagirker li dijî neteweya Kurd e.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê salvegera 5’an a serkeftina berxwedana Kobanê jî pîroz kir û got, mîna Kobanê, azadkirina Efrînê jî deynê di stûyê wan de ye.