HDP wê li meclisê banga aştiyê li her aliyê bike

Tevî hemû zext û polîtîkayên faşîzma AKP’ê jî Partiya Demokratîk a Gelan HDP xwe ji bo yekgirtina gelên li Tirkiyê amade dike.
HDP wê sibê banga aştiyê li her alî bike.
Lê hemwextî van xebatan li dijî avahiya HDP’ê ya Enqerê êrîş pêk hat.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 1’ê Hezîranê de “Bernameya Têkoşîna Demokratîk” a ji sê qonaxan pêk tê dabû destpêkirin û dê di 1’ê Îlonê de bi dawî bibe.

HDP dê sibê li Meclîsê çalakiya fînalê bi navê “Danazana Banga Aştiyê” li dar bixe û dê çalakiyên xwe yên di çarçoveya vê bernameyê de bi rêzeçalakiyên 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê “xeleka aştiyê” li gelek bajaran pêk bîne û bi dawî bike.

Li gorî daxuyaniya Buroya Çapemeniyê ya HDP’ê belav kir dê di 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de li Amed, Stenbol, Enqere, Antalya, Edene, Wan, Îzmîr û Rihayê çalakiya “xeleka însan ango xeleka aştiyê” ya herî mezin a dîroka Tirkiyê li dar bixe.

HDP wê sibê di çalakiya “Deklarasyona Banga Aştiyê” de banga çareserkirina pirsgirêka kurd a rêbazên aştiyane li îqtîdar, muxalefet û hêzên civakî bike.

Li Enqerê faşîstan êrîşî avahiya HDP’ê kir

Hemwextî van xebatên HDP’ê yên yekgirtina li welat, li dijî partiyê provakasyon têne kirin.

Li Enqereyê du kesên nasnameya wan ne diyar êrişî avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Keçîorenê kirin.

Êrişkaran alên HDP’ê yên li ber derî şewitandin û piştî bûyerê polîsên çûn cihê bûyerê alên hatine şewitandin kom kirin.

Hat zanîn ku êrişkar yek jin û yek jî zilam e.

Emniyetê ji bo îfadeyên wî bigirin bang li Hevserokê HDP’a Keçîorenê Berham Dag kirin.

Rêxistina HDP’ê derbarê êrişê de gilî kir.

Back to top button