Fermandarê QSD’ê yê li Eyn Îsa: Dewleta Tirk bi êrîşan dixwaze rêya M4 li sivîlan bigire

Êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî sivîlan li ser riya M4 dewam dike.
Ji fermandarên QSD’ê yê eniya Eyn Îsa Hozan Kobanî diyar kir ku dewleta Tirk bi êrişên li ser rêya M4 dixwaze rê li sivîlan bigire.

Di demên dawiyê de armancgirtina sivîlan ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê li ser riya M4 zêde bûne.

Şêniyê li gûnde Şêx Hesen, Mistefa Xelîl Ehmed diyar kir ku jiyana wan a li gund di bin xeteriyê de ye.

Mistefa Xelîl da zanîn ku beriya 5 rojan li gundê wan sê jin hatin kuştin.

Misteffa Xelîl dewleta Tirk bi van kirinan dixwaze şêniyan ji warên wan bide koçberkirin.

Yek ji fermandarên QSD’ê yê eniya Eyn Îsa Hozan Kobanî diyar kir ku dewleta Tirk bi êrişên li ser rêya M4 dixwaze rê li sivîlan bigire.

Hozan Kobanî anî ziman ku tevî cîhan giştî bi vîrûsa Coronayê mijûl bûye jî lê dewleta Tirk bi êrîşên li dijî sivîlên herêmê mijûl e.

Fermandarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî jî berî niha li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kiribû ku dewleta Tirk bi van êrîşan peymanên 17 û 23’yê Cotmehê binpê dike.

Back to top button