1.SALVEGERA KOMKUJIYA GOBELÊ YA EFRÎNÊ

Salek di ser bombebarana balafirên artêşa Tirk a dagirker li ser gundê Gobelê yê navçeya Şêrawa re derbas dibe.

18 sivîlên bêguneh bûn qurbanî û ji ber dijwariya bombebaranê gelek term nehatin dîtin.

Di 20’ê Çileya 2018an de, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dest bi êrîşkirina li ser Efrînê kir û her tişt dan ber xwe û wêran kirin.

Dagirkeriya dewleta Tirk zêdetirî 6 komkujiyan li Efrînê pêk anîn.

Bi dehan sivîl, zarok û jin bûn qurbanî.

Yek ji van komujiyên herî hovane jî li gundê Gobelê pêk hat.

Di sibeha 28’ê Çileya sala borî de, dewleta Tirk gundê Gobelê yê navçeya Şêrawa bi balafiran bombebaran kir û komkujiyek bi ser malbata Kino de pêk anî.

18 sivîl bûn qurbaniya komkujiyê û ji ber dijwariya bombebarana balafirên dewleta Tirk, cenazeyên hin şehîdan nehat dîtin û di bin kavilan de man.

Leave a Reply

Back to top button