
Komek helbestvan li Silêmaniyê bi armanca piştgirî û azadiya Helbestvan Helo Samî yê ku ji bo azadiya dayîka xwe li Hewlêrê helbest xwendibû û hatibû binçavkirin, çalakiyek lidarxistin.
Duh saetên êvarê de li ber Baxê Giştî yê Silêmaniyê, komek ji helbestvanên Silêmaniyê kombûn û daxwaza azadiya Helo Samî kirin.
Di çalakiyê de pankartên; “Azadî nayê girtin, bersiva desthilatê ji bo helbestê girtîgeh e” hatin hildan.
Piştre daxuyanî hat dayîn û hat gotin: “Helo Samî li ser navê gelê Hewlêrê bêdengiyê şikand, Helo rewşenbîr e, bi cesaret e û şoreşgere.” û Bang li hemû aliyan hat kirin ku bihevre girtîgehên PDK’ê bişkînin û qebûl nekin jiyana gel û Kurdistanê bi vî rengî derbas be.