Rojnameger Ehmed Zaxoyî piştî 11 rojan hate berdan

Rojnameger Ehmed Zaxoyî û çalakvanê civaka sivîl Cîhangir Sindî ku ji aliyê PDK’ê ve hatibûn binçavkirin, duh hatin berdan. 

Rojnameger Ehmed Zaxoyî ev 11 roj bûn di girtîgeha PDK’ê girtî bû.

Nûnerê Senetera Metro ya Herêma Behdînan Eyhan Seîd ragihand ku di nava 11 rojan de bi ti awayekî Ehmed Zaxoyî nehate dadgeh kirin û got ku PDK’ê rê nedaye ti kesek serdana Ehmed Zaxoyî bike û bê ku biryarek dadwer hebe, hatibû girtin.

Her wiha Çalakvanê civaka sivîl Cîhangîr Sindî jî ku ji aliyê PDK’ê ve hatibû girtin, hate berdan.

Nayê zanîn rojnameger Ehmed Zaxoyî bi kefalet hatiye berdan yan na.

Back to top button