Îsa El-Xabûr: Bê beşdariya nûnerên 5 milyon Sûrî ti danustandin wê encam negre

Endamên Partiya Sûriyê ya Pêşerojê derbarê çareseriya alizoya Sûriyê destnîşan kirin ku ji ber neamadebûna nûnerên rastîn ên gelê Sûriyê heta niha ti çareserî li ser erdê çênebûye.
Her wiha endaman piştrast kirin ku wê aloziya Sûriyê tenê bi diyaloga Sûrî-Sûrî çareser bibe.

Ji bo çaresrkirina aloziya Sûriyê gelek civîn di bin navê cûda, cûda de hatin lidarxistin. Ji Cinev, Astanayê bigire heta bigihêje Soçiyê.

Lê belê heta niha rêwîtiya diyaloga nerast a ku hinek kesayet îdia dikin ku xema wan ya sereke gelê Sûriyê, bi dawî nebûye.

Lê wek ku her kes dibîne di dawiyê de, encam û rastiya wan civînan binkeftî eşkere bû.

Yek ji Endamê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê yê ji Reqayê Îsa El-Xabûr derbarê mijarê de axivî.

Îsa El-Xabûr dazanîn ku gelê Sûriyê êdî têgihiştiye ku dan û standinên li derveyî axa Sûriyê li dar dikevin, derveyê koçberiyê, guhertina demografiyê û aloziyê ti encamê bi xwe re nayne.

El-Xabûr destnîşan kir ku divyabû organîzator û sponsorên van dan û standinan nûnerên rastîn ên gelê Sûriyê vexwînin û got:

“Lê mixabin Meclisa Sûriya Demokratîk a ku nûnertiya 5 milyon Sûrî dike û nûnerên pêkhateya Kurd heta niha nehatine vexwendin.

Ji ber wê jî ev danustandin wê encam negre.”

Ibrahîm El-Maşî: Dewletên ku mudaxeleya Sûriyê dikin dizanin ku çareserî di destê gelê Sûriyê de ye

Girêdayî heman mijarê endamê Partiya Suriyeya Pêşerojê yê Minbicê Ibrahîm El-Maşî jî anî ziman ku di encama têkilbûna berjewendiyên navneteweyî li ser axa Sûriyê de, alozî berdewam e.

Dewletên ku mudexeleya Sûriyê dikin, baş dizanin ku çareserî bi destê gelê Sûriyê de ye.

El-Maşî da zanîn ku gelê Sûriyê îro bi hewcedariya keştiya xilasiyê û nêrînek ku dikare wan ji vê aloziyê xilas bike heye..

Back to top button