Mûrad Karayilan: Li ser erdnîgariya Kurdistanê lîstikên mezin hen divê PDK neyê lîstikan

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrad Karayilan diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze bi destê PDK’ê şerê navxweyî derxîne û niha zemînê wî hatiye avakirin û rewş pir xeter bûye.
Karayilan diyar kir ku li ser axa Kurdistanê planên kûr û xeter tên meşandin û bang li PDK’ê kir ku neyê lîstikan.
Her wiha Karayilan destnîşan kir, ku Almanya û Kanada ji komkujiyên balafirên bêmirov ên biçek ên Tirkiyê berpirsiyar in.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrad Karayilan bû mêvanê radyoya Dengê Welat û gelek mijarên di rojevê de nirxand.

Karayiland derbarê helwesta PDK’ê û bersiva wî ji bo daxuyaniya KCK’ê ya 23’ê Tebaxê axivî.

Karayilan got:

“Tevgera me wê rojê hem hişyariyê xwe kirin, hem jî bang li PDK’ê kir. Heta niha ji aliyê rêveberiya PDK’ê ve ti bersiv nehatiye dayîn, em hê jî li benda bersiva PDK’ê ne.”

Mûrad Karayilan daxuyaniya ku li ser navê PDK’ê hatiye dayîn bi bîrxist û ev bersiv da.

“Wisa bi navê saziyeke jêr, wek bersivdan hinek nivîs weşandin ev ne bersiv e. Pirsgirêk girîng e û cidî ye. Lîstikên mezin li ser erdnîgariya Kurdistanê hene. Kûrkirina pirsgirêka di navbera hêzên kurd, Hewlêr û Bexdayê de beşeke ji planên kûrin.”

Siyaseta şaş a PDK wê bibe sedema şerê navxweyî

Endamê Komîteya Rêveber ya PKK’ê Mûrad Karayilan diyar kir ku hevkariya bi dewleta Tirk re ya ji bo tinekirina PKK’ê tê wateya ku tu şaxê darê yê ser rûniştî bibirî.

Karayilan diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze şerekî navxweyî di navbera hêzên kurd de derxîne û got û bal kişand li ser siyaseta şaş ya ku PDK dimeşîne.

“Ev siyaseta şaş bi xwe re xeteriyên mezin tîne. Ev siyaset zemînê şerê navxweyî amade dike.

Ev yek ne meseleya du partiyan e, ev meseleyeke ku pêşeroja tevahî gelê kurd eleqeder dike ye.”

Karayilan destnîşan kir, ger kurd kurdekî bikuje an jî kurd kurdekî bi rêbazê sîxûrî bi destê dijminan bikuje ev yek gelek xirab e, nayê qebûl kirin û da zanîn ku divê PDK bersiva vê yekê bide.

Almanya û Kanada ji komkujiyên balafirên biçek berpirsyar in

Her wiha Karayilan bal kişand ser piştgiriya Elmanya û Kanadayê ya ji bo hilberandina balafirên bêmirov ên biçek û destnîşan kir, ku her du welat jî ji komkujiyên dewleta Tirk ên bi balafirên bêmirov ên biçek berpirsyar in.

Back to top button