Oldar Seqir Xelîl: Dewleta Tirk weke DAIŞ’ê pîrozgehan wêran dike

Dewleta Tirk a dagirker ji destpêka êrişên xwe yên li ser herêmê û heta niha, cihên pîroz dike armanc û her tim dêr û mizgefên gundên navçeya Til Temirê bi gef û êrîşên wî re rû bi rû ne. Endamê Komîteya Olî ya Kongreya Civaka Îslamî ya Bakur û Rojhilatê Sûrî Seqir Xelîl anî ziman “Dewleta Tirk û DAIŞ wekî hev in. Tenê navên wan cuda ne. Dewleta Tirk li ser şopa DAIŞ’ê pîrozgehan wêran dike.”

Dema em qala wêranbûna ku li herêmê dikin, êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên sala 2015’an, hedefkirin û rûxandina mizgeft û dêran tê bîra me.

Mixabin bi navê îslamê çeteyên DAIŞ’ê êrişî herêmê kirin, minber kirin zingilê fitine û wêrankirin, gelek dêr, mizgeft û meqamên olî yên herêmê rûxandin.”

Ji ber êrişên bêserûber ên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê mizgeft û cihên îbadetê yên li eniyên şer bi wêranbûnê re rû bi rû ne. Ev êrîşên li ser mizgeft û cihên îbadetê ji bo fitne, parçebûnê û gihandina ziyanê ne.

Bi hebûna dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ola îslamê di xeteriyê de ye, ji ber ku olê ji bo pêkanîna sûcên xwe li herêmê bi kar tînin.”

DAIŞ, Cebhet El-Nusra, Artêşa Azad û heta dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, ji bo pêkanîna armancên xwe yên siyasî ala îslamê bi kar tînin. Hemû kesên di nav komên çete de heman in, lê nav û alên xwe diguherin.

Îsalm ji wan kesan û kirinên wan dûr e.

Back to top button