AKP destdirêjiya li ser jinê bi pêş dixe..sûcdaran diparêze!

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê destdirêjî jinan tê kirin û tên kuştin..
Ev jî dijminatiya mejiyê desthildariya AKP’ê di derheqê jinê de derdixîne holê.
Kesên sûcdar him endamên wê desthilatê ne û him jî tê parastin..

Bûyera herî dawî jî, destdirêjiya Çawîşê Pispor Mûsa Orhan a li Îpek Er a 18 salî bû..

Ji lewre, Îpek ji ber vê bûyerê xwe kuşt.

Lê belê li Êlihê û giştî Bakurê Kurdistanê, weke ku ev jin li ser destê desthilatê hatiye kuştin, tê binavkirin..

Tevî vê yekê jî, sûcdar Orhan bi serbestî li kolanên Tirkiyê digere..

Berovajî wê, Wezîrê Karê Hindir ê Tirkiyê Suleyman Soylo sûcdar parast û destûr neda ku cenaze bikeve destê malbatê..

Li hemberî vê yekê çi li ser erdê û çi jî li ser medya civakî, kampaniyayên bi navê “Tecwiz Sucê nayê pakirin’ ji bo darizandina sûcdaran dest pê kirin.

Li gorî hin raporan jî, di sala 2019’an de detdirêjî kuştin di derheqê 430 jinî de Tirkiyê hatiye kirin, lê tevî belavbûna vê diyardeyê di vê salê de jî, Hikûmeta heyî xwe nalivîne..

Hemwextî van bûyerên sosret jî, Dewleta Tirk dibêje ew ê ji “Peymana stenbolê a rawestandina tundiuyê li dijî jinê”derkeve..

Ji lewre niha nerazîbûneke mezin li dijî vê siyaseta Tirkiyê ya li dijî jinê derdikeve holê..

Helbet a ku hêz da vê yekê jî, Parêzera Kurd Ebru Tîmtîk e..

Wê jî êşkence û mejiyê AKP’ê di zindanê de qebûl nekir û piştî 237 rojan ji rojiya mirinê şehîd bû.

Li welatekî weke Tirkiyê belavbûna diyardeya detdirêjiyê xeteriyeke mezin bi xwe re tîne û heta gelek dezgeh “jinê weke welatiya ji pileya duyemîn” li Tirkiyê pênase dikin.

Back to top button