KJK: Dem dema rabûna li ber dagirkeriyê ye

Koordînasyona KJK’ê bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyaniyek da û diyar kir ku divê 1’ê Îlonê îsal bibe ya dawiya şer û qirkirina jinan.
KJK’ê bang li jinan kir ku yekîtî û rêxistina xwe pêk bînin û li ber dagirkeriyê rabin.

Koordînasyona KJK’ê bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî da.

KJK’ê diyar kir ku rejîma Tirk di dema herî metirsîdar û pêvajoya hilweşînê de ye û got:

Em di demeke ku 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê pêşwazî dikin, hêzên hegemonîk hewl didin sedsala me bi şer, paşeroja me ya azad jî bi qirkirin û şerê dagirkeriyê bifetisînin. Em di demeke wiha de ne ku hêvî û baweriya me mezin e ku bi biryardarî û têkoşîna berxwedanê, paşeroja azad û aştiya gelan ava bikin.

KJK: Em ê sedsala 21’ê bikin sedsala jinê

KJK’ê di dewama daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku Polîtîkayên zayendîperest ên li dijî jinê, destavêtin û qirkirina jinê, di serî de li Tirkiyeyê li her bihosta cîhanê her roj bêhtir bi rêk û pêk dibin û weke pêleke stratejîk a şerê taybet tê bilindkirin.

Li hemberî van êrişên qirkirina jinê û civakê ku weke Şerê Cîhanê yê 3’emîn bi rê ve diçe, em ê bi têkoşîn û berxwedanê, bi yekîtiya rêxistinbûyî ya jinan sedsala 21’ê bikin sedsala jinê.

Dem hatiye ku ji bo azadiya Rêber Ocalan li qada navneteweyî kar bê kirin

Koordînasyona KJK’ê di dawiyê de anî ziman ku ew bîr û baweriya xwe careke din diyar dikin ku azadiya Rêber Ocalan wê veguhere aştiya li Tirkiye û Rojhilata Navîn.

Em di wê baweriyê de ne ku ji bo azadiya Rêber Apo ku ji bo aştiya cîhanê û Rojhilata Navîn herî zêde ew dixebite û kedê dide, dem hatiye ku di asta navneteweyî de kar bê kirin.

Bila 1’ê Îlonê îsal ya dawî be ku şer û qirkirina jinê lê diqewime, dewm dema rabûna li ber dagirkeriyê ye.

Back to top button