“YE” mercên ji bo Enqere xwe neke bin cezayan destnîşan kirin

Yekîtiya Ewropayê derbarê tevgera Tirkiyê di Deryaya Spî de nerazîbûna xwe nîşan da û mercên ji bo ku Tirkiyê xwe dûrî cezayn bike, diyar kirin.

Nûnerê Bilind yê Yekîtiya Ewropayê, Josep Borrell, îro bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu re li ser aloziya li Deryayê Spî axivî.

Josep Borrell mercên Yekîtiya Ewropayê ji bo negurkirina aloziya li rojhilatê Deryaya Spî û ji bo Enqere xwe neke bin cezayan de destnîşan kirin.

Borrell diyar kir ku kiryarên Tirkiyê yên yekalî li rojhilatê Deryaya Spî aloziya heyî mezintir dike.

Nûnerê Bilind yê Yekîtiya Ewropayê, Josep Borrell, got hemû welatên Ewropî bi yekdengî ji Tirkiyê dixwazin ku kiryarên xwe yên yekalî û nerawa rawestîne.

Roja înê, Josep Borrell, eşkere kirbû ku wê Yekîtiya Ewropayê cezayan li ser Tirkiyê feriz bike, ew jî ji ber vekolandina petrolê ya nerawa li beravên Yûnanistan û Qibirsê ye.

Back to top button