Mistefa Edîb bû serokwezîrê nû yê Libnanê

Li Libnanê, Mistefa Edîb weke serokwezîrê nû hat erkdarkirin û soza avakirina hikûmeteke nû di zûtirîn dem de da.

Serokomarê Libnanê Mîşêl Ewn îro Mistefa Edîb vexwend û ji bo avakirina hikûmeteke nû, ew erkdar kir.

Ji bo erkdarkirina Mistefa Edîb zêdeyî nîvê parlamenterên welêt piştevanî kir.

Mistefa Edîb piştî erkdarkirina wî, yekser daxuyaniyek da û soz da ku wê hikûmeteke nû di zûtirîn dem de pêk bîne.

Edîb got, wê hikûmeta nû ji kesên pispor û zana be û wê kesên guncaw di cihên guncaw de werin erkdarkirin.

Edîb diyar kir ku ji bo Libnan ji aloziyên xwe derkeve, wê gavên sererastkirinê yên bilez pêk bîne.

Serokwezîrê nû Mistefa Edîb bang li hêzên siyasî kir ku bila girîngiya avakirina bilez a hikûmetê Fêm bikin.

Hêjayî gotinê ye ku Mistefa Edîb ji sala 2013’an ve balyozê Libnanê li Almanyayê bû.

Edîb ji bajarê Terbalusê ku piraniya wê Siniyên Musliman in jidayîk bûye û bi negirêdana wî bi ti aliyên siyasî re tê naskirin.

Back to top button