Wezîrê Karê Derve yê Rûsya: Em piştgiriyê didin diyalogên Sûrî yên niştîmanî

Derbarê peymana di navbera Meclisa Sûriya Demokratîk û Partiya Vîna Gel de, wezareta karên derve ya Rûsya daxuyanî da.

Wezaretê di daxuyaniyê de diyar kir ku wezîrê karê derve Sergey Lavrov roja Duşemê bi her du şandeyan re civiya û wiha dewam kir;

Nîqaşeke berfireh derbarê aloziya Sûriyê û astengiyên ku derdikevin pêşiya diyalogên Sûrî-Sûrî de hatin kirin.

Wezîrê Karên Derve Sergey Lavrov piştgiriyê dide diyalogên Sûrî yên Niştîmanî.

Rûsya wê nîqaşê bi aliyên Sûrî re berdewam bike heta ku çareseriyeke giştî ji aloziya Sûriyê
li gorî biryara 2254 a Konseya Neteweyên yekbûyî, tê dîtin.

Back to top button