Îsraîl li dijî gundewarên Şam û Deraayê êriş pêk anîn

Îsraîlê êrîşî baregehên leşkerî yên li başûrê Şamê û herêma Şêx Miskîn û Wazrî kirin.

Destgehên çapemeniyê yên girêdayî hikûmeta Şamê ragihand ku duh pergala parastinê ya asmanî êrîşên Îsraîlê li ser Şamê şikandin.

Navena Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan jî diyar kir ku Îsraîlê baregehên leşkerî yên li başûrê Şamê û herêma Şêx Miskîn û Wazri kirin armanc.

Li gorî heman çavkaniyê, di encama êrîşê de 5 milîsên Îranê, di nav de 3 sûrî ne hatine kuştin û zêdetirî 10 leşkerên din jî hatin birîndarkirin.

Back to top button