Serac, biryara dûrxistina Paşaxa ji karê wî betal kir

Dezgehên ragihandinê yên Lîbî ragihand ku, Serokê hikumeta Wîfaqê ya Ixwanî Fayiz Serac, biryara dûrxistina wezîrê hindir ê Wîfaqê Fethî Paşaxa ji karê wî, betal kir.

Li gorî raporên dezgehên ragihandinê, paşaxa wê vegere ser karê xwe û biryar e îro sêşemê civînekê bi Serac re li dar bixe.

Li ser erdê jî, artêşa niştimanî ya Lîbyayê ragihand ku, 3 çeteyên Sûrî ji aliyê kesin nenas ve, li devera Dirêbî ya Terablusê hatin kuştin.

Her wiha artêşa niştimanî eşkere kir ku li baregeha Yermûk a çeteyên Terablusê teqînek pêk hat, lê ti zanyarî derbarê ziyanan de nedan.

Back to top button