Îro Parlemena Tûnisê, ji bo dengdana li ser hikumeta serokwezîrê erkdarkirî Hîşam El-Mişêşî, dicive.
Li gorî agahiyan, piraniya blokên Parlemenê dê baweriyê bidin hikumeta Mişêşî.
Mişêşî, ku ji aliyê serokkomarê Tûnisê Qeys Si’eyid ve hatiye erkdarkirin, ragihand ku ew ê hikumetê ji 28 wezîrên serbixwe ava bike.
Berya civîna Parlemenê, partiyên Nehda, Qelb Tûnis, Tehya Tûnis û El-Islah El-Wetenî ragihand, ku ew ê destekê bidin hikumeta Mişêşî.
Li aliyê din jî, Bloka Demokratîk, Partiya Destûrî El-Hur û Bloka Îtilaf El-Kerama ragihand ku ew dengên xwe nadin hikumetê.
Heta niha jî, helwesta blokên din ên Parlemenê û parlementerên serbixwe, nayê zanîn.