Kamûran Berwarî: Desthilata Başûr û Iraqê êrîşên Tirkiyê erêkirine

Cîgirê Serokê Akademiya Siyaset û Fikrê Demokrasiyê ya Başûrê Kurdistanê Dr. Kamûran Berwarî eşkere kir ku dewleta Tirk dixwaze Kurdan bi êrîşan bitirsîne û da ku serê xwe jê re bitewînin. Berwarî diyar kir ku hikûmeta Başûr û Iraqê êrîşên Tirkiyê erêkirine, lewre jî bêdeng in.

Kamûran Berwarî bi bîr xist ku zemîna êrîşên Tirkiyê di salên 90’î de hatiye danîn û anî zimên ku desthilata Başûr rê li ber MÎT û arteşa Tirk vekiriye, da ku li herêmê tevbigerin.

Berwarî got:

“Dewleta Tirk bi van êrîşan dixwaze gelê Kurd bitirsîne.

Neçar bike ku serê xwe jê re bitewîne.

Dest ji deskeftiyên xwe yên neteweyî berde û di bin siya wê de kar bike.”

Kamûran Berwarî diyar kir ku bêdengiya hikûmeta Başûr û Iraqê ya li hember van êrîşan, cihê şermezariyê ye û got:

“Rojane sivîlên Kurd li Başûr tê girtin, kuştin û xwezaya herêmê tê werankirin.

Bi erêkirina êrîşan wê Kurdistan dîsa bibe beşekî dewleta Tirk û nexşeya wê nemîne.”

Berwarî: Yên dibêjin PKK sedema êrîşan e, dagirkeriya Tirkiyê rewa dikin

Berwarî li ser daxuyaniya PDK’ê ya li dijî KCK’ê jî got:

“Kesên ku dibêjin sedema êrîşên dewleta Tirk PKK’ê ye, ew bi xwe siyaseta Tirkiyê dipejirînin û rewa dikin.”

Kamûran Berwarî destnîşan kir ku dewleta Tirk û DAIŞ bi heman şêwazî êrîşan pêk tînin. Tirkiye dixwaze hebûna DAIŞ’ê li Iraq û Sûriyê xurttir bike, ji ber ku yek hêz in.

Berwarî: Divê hikûmeta Başûr MÎT û leşkerên Tirk ji herêmê derxe

Kamûran Berwarî bang li hikûmeta Başûrê Kurdistanê kir ku çarenûsa herêmê nexin destên dewleta Tirk a dagirker, leşkerên Tirk û MÎT’ê derxin û li çareseriyeke netewî ji bo tevahiya Kurdistanê bigerin.

Back to top button