“Tirkiye Mafên Mirovan binpê dike”

Hevseroka Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Cizîrê Evîn Cuma diyar kir ku mafên mirovan û bi taybetî mafên jinan û azadiyên giştî li Tirkiyê tên binpêkirin.
Evîn Cuma destnîşan kir ku jinên li herêmên dagirkirî jî di dojehê de dijîn û rastî zexteke mezin tên.

Li Tirkiyê tundiya li dijî jinan bûye parçeyekî jiyana rojane.

Jin tên kuştin, derstdirêjî û hemû cureyên tindiyê li dijî wan tê kirin.

Li hemberî tundiya li dijî jinan heta niha hikumeta AKP’ê tu tedbîr negirtiye.

Bi ser de jî kesên ku destdirêjî li jinan dikin ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve tên parastin.

Heta peymana Stenbolê ku dewleta Tirk erê kiriye, di heman demê de binpê dike..

Endama rêveber a Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Cizîrê Evîn Cuma diyar kir ku Tirkiyê mafên jinan û azadiyên giştî binpê dike.

Evîn Cuma da zanîn ku salane zêdetirî 285 jin li Tirkiyê tên kuştin û wiha got:

“Dewleta Tirk peymana Stenbolê pêk neanî, berevajî wê binpêkirin û sûcên li dijî jinan zêdetir bûn.

Binpêkirinên li dijî jinan li pêş azadiyên giştî û parastina mafan li Tirkiyê, dibin asteng.”

Evîn Cuma destnîşan kir ku gelek jinên hiqûqnas, siyasetmedar û rojnamevanên parastina mafên mirovan dikin di girtîgehên Tirkiyê de tên girtin û rewşa wan a mirovî û tenduristî pir xerab e.

“Jinên li herêmên dagirkirî di dojehê de dijîn”

Evîn anî ziman ku li herêmên bakurê Sûrî yên dagirkirî jî jin ji mafên xwe hatine bêparihiştin û jin di dojehê de dijîn.

Her wiha li herêmên Serê Kaniyê û Girê Spî jî ji ber kuştin, destdirêjiyên li dijî jinan û zewicandina zarokan gel xwepêşandanan li dar dixe.

Jinên wan herêman ji aliyê dagirkeran ve rastî zexteke mezin tên.

Back to top button