QSD: 143 ÇETEYÊN DAIŞ’Ê HATIN KUŞTIN

by maher enez
167 views

Pêşketina şervanên QSD’ê di herêmên dawî yên çeteyên DAIŞ’ê de dewam dike.

Navenda Ragihandina QSD’ê encama şerê dawî eşkere kir.

Li gorî vê, 143 çeteyên DAIŞ’ê ku hin ji wan jin in hatin kuştin.

Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê, ji bo tunekirina çeteyên DAIŞ’ê bi hemû hêza xwe didome.

Navenda Ragihandina QSD’ê encamê şerê 24 dawî eşkere kir û ev agahî dan.

Li bajaroka Sûse û derdora wê, çeteyên DAIŞ’ê êrîşî şervanan kirin.

Şervana êrîşa çeteyan têk bir û gelek ji çeteyan hatin kuştin.

Di vê navberê de, sê jinên DAIŞ’î xwe li nêzî nuqteyên şervanan teqandin û zirar çê kirin.

Li enieyek din jî, şervanan 5 çeteyên ku du ji wan jin bûn, dema ji tunelê derktin dîtin.

Di şerê rasterast de her pênc çete hatin kuştin.

Li eniyeke din a heman baskî, çeteyan vê carê balfirên keşfê bikar anî û êrîş kirin.

Lê belê, êrîşa wan têk çû û şervanan balafiran wan anî xwarê.

Koalîsyonê jî baregehên çeteyan da ber topan.

Li eniyeke din jî, çeteyan dîsa êrîş kirin.

Şervanan êrîşa wan têk bir.

Di encamê de gelek çete tevî 2 jinên xwekuj ku xwe teqandin hatin kuştin.

Her wiha şervanan hejmarek çete bi saxî girtin, di nav wan de 2 jin hene.

Şervanan QSD’ê li eniyeke din, balafirek çeteyan anîn xwarê.

Di heman demê de şervanan erebeyeke bombebarkirî bê bandor kir.

Şerê li hemû eniyan dewam e.

Navenda Ragihandina QSD’ê li ser encama şerê li eniyan eşkere kir ku, 143 çete hatin kuştin.

Koalîsyonê 126 êrîşên hewayî pêk anîn.

97 baregeh, 3 tunelên bin erd,

8 cihên mayinkirî hatin rûxandin.

8 riyên leşkerî li çeteyan hatin girtin.

2 erebeyên bombebarkirî û yek a leşkerî û 2 balafirên keşfê hatin bêkêrkirin.

2 depoyên ku gelek cureyên çek û cebilxaneyê tê hebûn, ketin destê şervanan.

Navenda Ragihandina QSD’ê ragihand ku, di van şeran de, 10 şervanên wan birîndar bûne û 4 jî heta dawiyê jî şer kirin û şehîd bûn.

Navendê di bîlançoya doh de jî ragihand ku, 63 çete hatine kuştin.