Xelef El-Meter: Ji bo parastina xwendekaran vekirina dibistanan hat paşxistin

Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê yê Reqayê diyar kir ku piştî paşxistina vekirina dibistanan, hîn jî tevahî mamoste ji bo amadekariyên sala nû ya xwendinê di nava xebatan de

Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê yê Reqayê Xelef El-Meter eşkere kir ku hemû mamosteyên herêmê di liv û tevgerê de ne da ku xwendekaran di nava tedbîrên pêwîst baştir pêşwazî bikin..

Xelef anî ziman ku sedema paşxistina dibistanan, parastina xwendekaran ji vîrûsa Coronayê bû.

Hevserokê Desteyê da zanîn piştî ku bi desteya Tenduristiyê re hat nîqaş kirin ev biryar hat dayîn.

Back to top button